0:00

Naverok: *Gelo serhildanên gel ên li Îran û Rojhilatê Kurdistanê berdewam dikin, dikarin rejîmê biguherînin? *Rêxistinek an xebatek alternatîf a rejîma niha ya Îranê heye? *Îran dikare bibe wek Iraqa sala 1991? Dê Amerîka mudaxele bike? *Êrîşên dewleta Tirk ên li ser Rojava û Başûrê Kurdistanê û bikaranîna çekên kîmyewî ya li dijî berxwedêrên Kurd derbasî platformên navneteweyî bûne? * Eger Îran xwepêşandanan neke bin kontrola xwe, gelo dikare komkujiyên dijwartir bike? Di vî warî de di nava komên Kurd ên dijber de xebatên amadekarî û yekîtiyê hene? *Daxwazên azadiya Fars, Azerî, Ereb û Belûc ji aliyê Kurdan ve tê girtin. Gelo ev komên etnîkî dikarin muxalefeteke yekgirtî organîze bikin? *Berî demeke kurt şandeke Wezîrê Navxwe yê Kurdistanê bo Tehranê hat vexwendin. Îran di şanda navborî de xwest ku komên kurd ên muxalif bên bêçekkirin û şandina cihên dûr, hûn vê rewşê çawa analiz dikin? * Çi peyama we ji bo Kurdên Dîasporayê heye?

CEVAP VER

Lütfen yorumunuzu giriniz!
Lütfen isminizi buraya giriniz