Serhildanek Lokal Bandorek Mezin: Seyîdxanê Ûso Makale / Ekrem Malbat

0:00

 

Serhildana Seyîdxanê Ûso

Dema em bixwazin li ser qerektera serhildanên Kurdan biaxivin, pîvanek gelemperî ku em ji bo hemû serhildanan bi kar bînin tune. Lewra dîroka serhildanan ji kê ve dest pê dike û bi çi sedemê yekem car dest pê kirine ne zelal e. Feqet Serhildana Yezdan Şêr(1854-56) ji ber ku li ser sosyolojiya sîyaseta Kurdistanê tesîreke nû hişt, ji vê deme şûnde karaktera serhildanên kurdan kêm zêde dîyar bû. Wek slogana vê qerekterê em dikarin bibêjîn ku “em têra xwe hene” bû. Teqrîben 30 sal piştî Yezdan Şêr serhildana Şêx Ubeydullah dest pê kir. Bi vê serhildanê re qarektera serhildanên Kurda derbasê astek nû bû û slogana serhildanan jî hat revîzekirin: “em têra têkbirina we jî hene”. Serhildana Şêx Ubeydullah hem di alîyê armancê de hem jî di alîyê kapasîteyê va serhildaneke mezin bû. Herdû dewletên(Osmanî, Îran) herî mezin yê wê demê tirsand. Piştî Şêx Ubeydullah ji ber ku di sîstema rêvebirîya Osmanî de jî hinek reform hatin kirin, demeke dirêj ji Kurdistanê dengek bilind ranebû.

Ber bi avabûna komara Cûmhûrîyetê, di nav Kurdan de cardin dengên itirazê rabûn. Bi awayê fermî her çendî Komara Cûmhûrîyeta Tirk di sala 1923yan de ava bibe jî zîhnîyeta vê Komarê di şexsê İttad û Teraqqî de gelek berîya Komarê derket ser dika sîyasetê. Ber bi avabûna rejîma nû serhildanên Kurdan ketin qonaxeke nû. Ji serhildana Koçgirîyê(1921) heta serhildana Dêrsimê(1938) çend serhildanên mezin derketin. Herçendî heta îro bi gelemperî dema behsa serhildanên vê demê dibe navê Koçgirî, Şêx Seîd, Agirî û Dêrsim werin zikirkirin jî gelek serhildanên lokal jî rûdan.

Ev serhildanên(itirazên) lokal jî him di alîyê sedemê de hem jî di alîyê encamê de gelek girîng in û divê li ser van serhildanên han jî bi baldarî bê sekinandin.

Di vê nivîsa me de em ê li ser yek ji van serhildanên lokal bisekinin. Ev serhildan, serhildana Seydîxanê Ûso ye. Heta îro di çarçoveya serhildanên kurda de gelek kêm bûye mijar. Helbet yek ji sedema vê di derbarê serhildanê de kêmbûna agahîyan e, lê bi min sedema girîngtir ew e ku di çarçoveya xebatên li ser serhildanên kurda de ev serhildanên lokal têra xwe eleqe nedîtine. Herçendî di alîyê girîngdîtinê de problema vê nivîsê tune be jî di alîyê kêmbûna çavkanîyan de heman problem li pêş vê nivîsê jî heye. Ji ber ku ez û Seyîdxanê Ûso ji heman eşîrê ne çavkanîya min a yekem çîrokên devkî yên di nav eşîrê de ne. Çavkanîya min a duyem jî ew pirtûka Ahmed Aras ya bi navê “Serhildana Seyîdan û Berazan” ne. Di derbarê vê serhildanê de çavkanîya sereke ya nivîskî bêguman ev pirtûk e. Çavkanîya min a sêyem jî hevpeyvîneke ku min 9 sal berîyê bi Hecî Bayrût re kiribû ye. Hecî beyrût(?-2019) yek ji wan kesên ku şahidê bûyerê bû ye. Em ê li gorî van her sê çavkanîyan vê nivîsa di derbarê serhildana Seydîxanê Ûso bihûnin.

Eşîr û Malbata Seyîdxan

Seyîdxanê Ûso ji milê Seyîda ya eşîra Hesenan e. Eşîra Hesenan di sedsala 19emîn û ya 20emîn de roleke girîng lîstine. Hesenan ji çar milan pêk tên. Ev milana Torin, Qereceyî, Malbat û Seyîdî ne. Eşîra Hesenan bi gelemperî li herêma Mûş, Agirî û Erzirimê bi cih bûne. Herêma Hesenan ji ber ku bi gelemperî dibû herêma şerê di navbera Ûris û Osmanî de, mecbur diman koçê Welatê Jêr[1] dikirin. Bi taybetî di şerê Rûs û Osmanî ya di sala 1876-1877 de û di şerê Cîhanê yê yekem de ji eşîra Hesenan gelek kes koçê herêma Mêrdîn û Ruhayê kirin. Piştî ku rewş asayî bû hinek ji wan cardin vegerîyan Serhedê lê gelek ji wan jî venegerîyan.

Bi taybetî di destpêka sedsala 20emîn de ji eşîra Hessenan çend aktoren girîng derketin.   Fetullah Beg, Xalid Begê Hesenî, Ferzende Beg, Seyîdxanê Ûso. Ferzende Beg hem tev li serhildana Şêx Seîd dibe him jî tev li serhildana Agirî dibe û heta dawîya serhildanê li Çîyayê Agirî şer dike.

Ji eşîra Hesenan mile Seyîdan, ew herêma ku bi gelemperî eşîra Hesenan lê niştecih in(Kop û Milazgir) li wir najîn. Malbata Seyîdxan nêzî deşta Mûşê li gundê Qicixê dijîn. Ew herêma ku îro jê ra “Kêşa Seyîda” tê gotin ji çend gundan pêk tê û ev gundana bi gelemperî ji heman eşîrê ne. Seyîdxan di herêmê de û bi gelemperî di kilamên dengbêjîyê de bi çend navan tê nasîn. Seyîdxan kurê Ûsiv e Ûsiv jî kurê Seydo ye. Ji ber vê gelek caran ji bo Seyîdxan navê “Seyîdxanê Ûsivê Seydo”, “Seyîdxanê Ûso” carina jî ji ber ku guhê wî baş nadibihîz “Seyîdxanê Kerr” digotin.

Yekem Binçevkirina Seyîdxan     

Li gorî ku Ahmed Aras neqil dike Seyîdxan cara yekem ji ber mêrkuştinek di navbera eşîran de Seyîdxan tê girtin û dişînin hepsa Dîyarbekir.[2] Dema di hepsê de ye yuzbaşîyek gelek li girtîyan zulmê dike hebûye û Seyîdxan di girtîgehê de êrişê yuzbaşî dike û wî birîndar dike. Li ser vê buyerê Seyîdxan dişînin hepsa Bolûyê û cezayek giran didinê. Dema ku Seyîdxan di hepsê de ye Serhildana Şêx Seîd li ber destpêkirinê ye. Di vê çarçovê de li gor ku tê gotin Şêx Seîd ji çend kesên wek Seyîdxan re ji bo piştgirîyê name dişîne. Ji van nameyan yek jî ji Seyîdxan re dişîne lê name dikeve destê dewletê.[3] Seyîdxan heta sala 1927an di girtîgehê de dimîne, dû re ji malbata Seyîdxan çend kes diçin cem Ebdulmecîd Begê Sipkî ku ji bo Seyîdxan ji dewletê ricaya efûyê bike. Ebdulmecîd beg ji bo Seyîdxan nameyek ji dewletê re dişîne û di nameyê de behsa qehremanîya malbata Seyîdxan ya di şerê cîhanê de li hember Rûsa nîşan daye dike. Dewlet vê referansê qebûl dike û di destpêka sala 1928an de ji girtîgehê dertê. Dema ku Seyîdxan ji girtîgehê dertê dibîne ku li welat rewş guherîye. Serhildana Şêx Seîd têk çûye gelek kes ji ber vê bûyerê ji alîyê dewletê ve hatine idamkirin û sirgûnkirin.  Li gorê Seyîdxan rewşa ji vê jî xerabtir ew e ku dewlet gelek kesan di nav eşîran de kirîye sîxur, bi wan kesana kê dixwazin bê lêpirsîn desteser dikin û sirgûn dikin. Piştî serhildana Şêx Seîd yek ji wan tevgerên dewletê ya herî zulmanê çend serleşkerên zalim şandine herêma Kurdan û ev kesana li gorî kêfa xwe li gel zulmê dikirin û li gorî kêfa xwe kê bixwestana davêtin girtîgehan.

Li gor ku dixwîye yek ji wan sedemên herî girîng ku Seyîdxan dest bi serhildanê kir ev bû. Lewra li hember vê rewşê tehemul nedikir.

Seyîdxan Tiving Avêt Milê Xwe

Di destpêka Sala 1930an de piştî têkçûyîna  serhildana Şêx Seîd serhildana Agirîyê ku bi Îhsan Nûrî Paşa dest pê kiribû, ew jî li ber têkçûyînê bû. Ji ber vê rewşê dewletê di herêmê de gelek kesan kiribûn milîs û li hember Kurdan bi kar dianîn. Wek ku me li jor got yek ji wan armancên Seyîdxan jî, ji holêrakirina ew kesên ku sîxurîyê dikirin bûn. Seyîdxan di sala 1929an de dibîne ku dewlet çiqas serleşkerên zalim û bêqanûn heye şandiyê nav kurdan û pê gel tehdît dikin. Peyama ku dewletê dixwest bide Kurdan ev bû: kê serê xwe bilind bike ez ê wan serîyan bi van kesên bêqanûn bidim jêkirin.

Seyîdxan li hember vê neheqîyê di destpêka 1929an de bi çend kesên ji malabata xwe re çekan digirin û dest bi serhildanê dikin. Li gorî ku Fesîhê Mihê Mîrze[4] behs dike, dema ku Seyîdxan dest bi serhildanê dike ev kesên han pê re bûne: birayê wî Teyfîq, kurapê wî Silêmanê Elî, birazîyên wî Mistefa, Xalid, Evdilbaqî, Seîd û çend kesên din. Bi tevahî 15 kes bûne.[5]  Dema ku Seyîdxan li alîyê Mûşê dest bi serhildanê dike, ji Eşîra Berazîyan Elîcan jî serî hildide, bi hinek heval û malbata xwe re derdikeve çîyê. Elîcan û Seyîdxan hevalê hev yên girtîgehê ne. Piştî ku Elîcan dibihîze Seyîdxan serî hildaye diçe alîyê deşata Mûşê li Gundê Heftmexelo tev li koma Seyîdxan dibe.

Li gorî neqla ku Fesîh dike: Seyîdxan ji me re go divê em ewil tesbît bikin ka kê ji dewletê re ajanîyê dike û paşê em ê herin hişyarî bidin wan bila vî karî nekin. Li ser vê gotinê Seyîdxan û hevalên xwe diçin gundê Melexidra. Lewra li gorî ku bihîstine li wî gundî kesekî bi navê Mehmûdê Rûkar heye û ji dewletê re sîxurîyê dike. Seyîdxan Mehmûdê Rûkar dibîne û jê re wiha dibêje: “Me bihîst ku tu ji dewletê re muxpîrîyê dikî û ji xelkê re xerabîyê dikî. Vî karî neke tu jî ferdekî vî miletî yî. Vê karê xwe biterikîne. Ez va ji te re dibêjim eger tu vî karî neterikînî tu yê zirar bikî.”[6]

Ev helwesta Seyîdxan ku di destpêkê de bi awayek diyalog dest pê dike û lê şîret dike balkêş e. Seyîdxan herwiha tîne bîrê ku ew jî kurd e û divê li miletê xwe xayîntîyê neke. Seyîdxan, Elîcan û hemî hevalên xwe hê li wî gundê ne, ji Erziromê û ji Mûşê du cemseyê leşkerên dewletê dor li gund digirin û şer derdikeve. Di wî şerî de 3 leşker tên kuştin. Ev şer di navbera hêzên Seyîdxan û dewletê de şerê yekem e.

Qetlîema Newala Çêleka

Sê meh piştî ku Seyîdxan dest bi serhildanê kir dewlet bi hêzek mezin li ser gundên malbata Seyîdxan operasyonê kir. Di encama vê operasyonê de qetlîamek mezin hat kirin. Ev qetlîam bi navê “Qetlîama Newala Çêleka” ket dîrokê. Lê belê mixabin di derbarê vê qetlîamê de heta îro tu lêkolînek berfireh nehat kirin û nehat şermezarkirin. Ji bo ku ez hûrgulîyên vê qetlîamê hîm bibim di 2014an de ez çûm gundê Qeremêşê. Lewra min bihîstibû ku li wir bi navê Hecî Bayrût kesekî heye û ew kes yek ji şahidê wê qetlîamê ye. Min çû Hecî Bayrût[7] dît û li ser qetlîema Newala Çêleka gelek hûrgulîyên trajik parvekir. Hecî Bayrût herçendî emrê wî gelek pêşda be jî gelek tişt dihatin bîrê.  Hecî Bayrût kurê Zabit e. Zabit yek ji wan pismamên Seyîdxan e. Vê qismê han em ê ji gotinên Hecî Beyrût neqil bikin:

ekran_resmi_2024-06-08_23.43.52Hecî Bayrût: Payîz bû, ez zarokî 10-12 salî bûm. Seyîdxan birayê xwe çend pismamên xwe gotin ev hikûmet li pey qirqirina me ye, ji ber wê em ê bi wan re şer bikin. Li gundê me gelek kesan gotin tu serî rakî jî em tiştek nakin em nikarin bi vê hikûmatê. Ji ber wê çend kes tenê bi Seydîxan re çûn. Ji bavê min re digotin Zabit. Bavê min xwedin û nivîsîna wî baş bû. Mektûban dixwend dişand, gelek caran ew Seyîdxan hev didîtin. Lê bavê min sîlih neda deste xwe.

Malbat: Hecî roja ku leşker hatin gund tê bîra te dikarî behs bikî.

BayrûtBaş tê bîra min. Hê ku esker neketibû nav gund em pê hesîyan ku esker hatin. Bavê min rabû min xuşka min û dîya min siwarê ereba ga kir û em birin gundê Heftmexelo. Gundê heft mexelo mexela pez û dewarên me bû. Dema em derketin dîhar me dît ku mifrezeyek pir giran dor li gund girt. Walîyê Mûşê jî bi wan re bû. Li destpêka gundê me textek heye em jê re dibên Textê Mêşa, ji bo walî li wir çadirek danîn û leşker ketin nava gund. Bi jine-zaro hemû kesî tovê nava gund kirin. Li her derî li Seyîdxan digeriyan. Nêzî 10 esker ber bi bavê min de hatin û dest û nigê wî zincîr kirin.

Li gorî ku Hecî Beyrût neqil dike em dibînin ku dewlet gelek ehemmîyetê dide bidestxistina Seyîdxan. Lewra walî bixwe jî tev li vê operasyonê bûye. Leşkerên ku hatine 5 gundan kontrol dikin. Ev gundana Qicix, Elozerk, Qeremêş û Heftmexelo. Em cardin guhê xwe bidin Hecî Bayrût.

BayrûtBavê min û di kelepçe de hiştin çar leşker li ber wî man leşkerên din me anî nava gund. Piştî çend saetan em pê hesîyan ku sere bavê min jê kirine û anîne peşberê walî. Bavê min bi vê awayê hovane hat kuştin. Li Texta mêşa li gelek kesan îşkencê kirin. Dûre emir hat gotin jin zaro û zilam hemû bikevin rêzê û bimeşin em ê we biherin Mûşê. Em hemû li pey hev meşîyan ji nav gund derketin. Li ber çevên me yek bi yek xanîyan şewitandin.

Malbat: Ji bo çi we ji wir dibirin?

BayrûtDigotin bila kes li van gunda nemine dema ku Seydîxan wan hatin bila kesê wan xwedî bike liv ir nemine.

Em bi qasê 20 kilometre meşîwan me dît ku 3 sowarên dewletê ji alîyê mûşê va tên. Ew hersê siwar çi gotin ez nizam piştî axaftina wan mêra ji nav me derxistin. Bi qasî 50 mêrî ji nav me derxistin. Komek esker man li ber wan komek esker jî me re meşîyan. Dûre em pê hesîyan ku ew mêrên ku ji me ketandin birine di newala çêlaka de dane ber gula û hemû kuştine.

Malbat: We kuda birin?

newala-celeka Bayrut: Me got qey wê me biherin li Mûşê berdin feqet em nebirin Mûşê. Em birin nêzî Mûşê avahîyek mezin hebû ji texta çê kiribûn tê de kêlana difirotin. Em bi jin zaro me hemûyan kirin hundurê wê avahîyê. Em çend saetan di avahîyê de man dûre me dît derî ser me da girtin û zircîr kirin. Ji nişka ve bû qêrîn û hawara milet. Ji derve de agir berdan avahîyê. Ji ber ku avahî ji texta çêkiribûn agir gur bû û bû zarîna milet. Dîya min rabû bi lepa di ber texta de axê kola di wir da qulek vekir û tê re derxist derva ji min re go bireve. Ji ber ku qul biçûk bû dîya nekarî derê lê ez derketim. Ez ber bi çîyê de revîm rastê erebeyek ga hatim, kalekî zebeş bar kiribû û dibir. Min xwe bi girî avêt pêşîya ga. Ew kala ez hildam xistim bin cilê û min bir mala xwe.

Malbat: Miletê din çawa bû gelo?

Bayrût: Miletê devdor xwe gihandibûn hewara wan û agir vemirandibûn lê dîsa gelek kes di wir de jî mirin. Dîya min piştî çend rojan ez dîtim. Bi salan nehiştin em vegerin gundê xwe.

Wek ku li jor jî hat gotin dewlet bi plana ku bi hezaran kesan li wir qetil bike tevgerîyaye. Xwestiye bi vê awayê Seyîdxan û yên pişgirîyê didin wî bitirsînin.

Fesîhê Mihê dibê em li çîyayên Tîllê bûn em pê hesîyan ku Dewlet gundên Seyîdan şewitandîye û qetlîamê kiriye. Dema ku Seydîxan vê bûyerê bihist rûnişt û hêsiran barand.[8]

Plana Seyîdxan ya Bidestxistina Mûşê

Piştî qetlîma ku dewletê li ser malabata Seyîdxan kir, Seyîdxan biryar dide ku bavêje ser Mûşê û wir zeft bike. Seyîdxan ew roj hemû leşkerên xwe tov dike û dibê hûn dibînin ku xêra gel tune ye. Hikûmet wê gel bi temamî qir bike û wê welatê me bi temamî bişewitîne. Em ê îşev herin gundê Wartaxê pilana xwe çê bikin û bavêjin ser Mûşê.[9]  Gundê Wartaxê di navbera Norşîn û Mûşê de ye. Ew şev li gund dimînin, lê belê haya dewletê pê çê dibe ku Seyîdxan wê bavêje ser Mûşê. Bi deste sibê re ji Bilîsê mifrezeyek mezin ber bi Mûşê dikeve rê. Bi destê sibê re mifreze dor li Wartaxê digire û şerek giran dertê. Li gorî ku Fesîh dibêje şer bi qasî 5 saetan ber xwe dide dûre leşker vedikişin. Fesîh dibê dema ku leşker vekişîyan me ferq kir ku sîxurê ku cihê me ji dewletê re gotîye ew jî bi wan re ye û ew kes Medenîyê kurê Musa Begê Xoytî bû.

Di vî şerî de Elîcanê Berazî tê kuştin. Ji alîyê dewletê va jî 2 leşker tên kuştin 18 leşker jî dîl digirin. Piştî ku çekên wan leşkeran ji wan distînin wan berdidin.

Wek ku me di serî de jî got Seyîdxan li hember ew kesên milistîyê dikin gelek hişk e. Di wê demê de li Agirîyê di eşîra Sipkan de çend kesên ku Milistîyê dikin hebûne û ev kesena di serhildana Agirîyê de jî gelek zirar dane Kurda. Seyîdxan û hevalên xwe ber bi Tutaxa Agirîyê ve diçin û ewil diçin mala Zekî Beg. Zekî beg jî ji eşîra Sipkan e lê kêfa wî ji dewletê re nayê.  Li gorî gotina Fesîh, Seyîdxan jê re dibêje pismamên we ji dewletê re muxpîrtîyê dikin bila dev ji vî karî berdin eyb e. Zekî Beg dibê em jî ji vê karî adis in lê eleqa me bi wan tune. Hûn çi bikim eleqa me pê tune. Li gorî agahîyên Fesîh, di eşîra Sipkan de yên ku muxbîrtîyê dikin Mehmûd Beg û Hecî Mistefa Beg e. Ew herdû jî li gundê Cemalvêrdî dimînin.

Seyîdxan û hevalên xwe dixwazin di Cemalvêrdî de derbasbin lê Hecî Mistefa Beg û Mehmûd Beg destûrê nadin. Bi awayek eşkere dibên em nahêlin fîrarê dewletê di gundê me re derbasbin. Li gorî gotina Fesîh Seyîdxan ewil dixwaze şîretê bike ku dev ji vî karî berdin. Feqet birayê Seydîxan Teyfîq dibê ne lazim e em lava wan bikin, ew îro nekin wê sibê dîsa vî karî bikin. Bi vî awayê di navbera leşkerên Seyîdxan û Sipkîyan de di nav Cemalvêrdî de şer dertê. Şer çend saetan dewam dike. Di encamê de Hecî Mistefa Beg û Mehmûd Beg herdû jî tên kuştin.

Çûyîna Binxetê û Kuştina Seyîdxan

Piştê şerê Cemalvêrdî dewlet ji Erzirimê Mûşê û Agirîyê gelek leşker dişînin ser Seyîdxan lewra Seyîdxan du milîsê ji bo dewletê muhim dikuje û bi vê awayê di hêla psikolojik va bi ser dikeve. Seyîdxan û hevalên wî dizanin idî li bakûr rojên teng li pêşîya wan in, ji ber vê rewşê dixwazin ber bi alîyê Mêrdînê ve biçin û derbasê binxetê bin.  Ji ber ku dewlet jî vê armanca wan dibîne li ser vê rêyî heta ji destê wan tê dixwazin nehêlin ku Seyîdxan derbasê binxetê bibe. Di havîna 1932an de di ser Batmanê re dixwazin derbasê Mêrdînê bibin. Li Mûşê li Pira Batamanê gelek caran mifrezeyên leşkerî yên gelek giran pêşî li wan digirin lê nikarin fîraran bidin sekandin. Li nêzî Mêrdînê him ji Semsûrê hem jî ji Dîyarbekir mifrezeyên giran dişînin pêşîya Seyîdxan. Li Mintîqa Siltan Şêxmûs Şerekî giran diqewime. Fesîhê Mihê jî di nava wê şerî de ye û wiha behsa wê rojê dike:

Eskera mîna teyrokê biharê gule bir ser me de dibarandin. Li tu alîyê cihekî ku em pê de herin tunebû. Heta şevê me ber xwe da. Hinek hevalên me birîndar bûn. Piranîya hespên me hatin kuştin. Ji alîyê din ve jî germê emana me biribû. Ziman di devê me de bibû kulav. Ya rebbî ev çi qiyamet bû! Lê me bi mêranî şer kir. Dibe ku em hemû bihatana kuştin lê me postê xwe erzan nedida kesî… Dûre dengek hat gotin hevalê me Silêmanê Elî hat kuştin. Em çûn ser, hê nemiribû lê giran birîndar bibû. Eskeran bi ser me de gule direşandin. Hevalê me Elîyê Balêware jî birîndar bû ket. Qêrîya go: bextê we me min li vir nehêlin. Seyîdxan dema ku ji bo wî vegerîya gule li Seyîdxan ket û ser hespê da ket. Ez çûm ser Seyîdxan min dî gule li kêleka wî ketibû di alîyê din re derketibû. Birîna wî xedar bû. Me Seyîdxan re go em ê te ji vir biherin, nehişt û gotina wî ya dayî wiha bû: “Ji bo merivek mirî xwe nedin kuştin ez idî mirî me. Hûn dikarin xwe û birayê min ê birîndar xelas bikin. Bila zurîyeta me neqele. Em pênc bira bûn. Sê heb ji me bi romê re di şerê Ûris de mirin. Êdî kes ji me nema, ez çi bêjim Xwedê vê zilmê qebûl neke Xwedê heqê me ji wan zaliman re nehêle.” Dûre me gişka helal kir û kelîmeya şehadet anî…

Encam

Di dîroka Kurdan de pêvajoya herî girîng mirov dikare bibêje dema avabûna Komara Cumhûriyetê ye. Lewra di wê demê de Kurd him hatin înkar kirin him jî hatin qetilkirin. Di vê demê de ji ber ku tecrube û kadroyên kurda yên dîplomasî û sîyasetê kêm bûn an jî ên ku hebûn pêk nedianîn, barê têkoşînê û îtirazê bi gelemperî ma li ser milê gundîyan. Dema ku îro kurd li dîrokê vedigerin û bûyerên di çarçoveya îtirazê yên wek serhildanan di axivin, mixabin tenê çend serhildanan û çend serokên serhildanan diaxivin. Mixabin em di mesela mirîyan de jî popîlîst tevdigerin û dîrokê an li ser çend kesên ku wêneyên wan di destê me de hene ava dikin an jî li ser çend malbatên kurd yên qesrê wan hebûn ava dikin. Ev meyla han nahêle ku em dîrokê bi hûrgulî bixwînin û kesên xwebexş û fedakar bibînin.

Seyîdxanê Ûso wek ferdekî li sîyaseta dewletê a di nav kurdan de dimeşand îtiraz kir. Ne xwest Kurd bibin muxbîrê dewletê, nexwest pişta kurdan bi çilpîyên çawîşên dewletê reş bibin. Li hember vê zihnîyetê dengê xwe bilind kir û heta mirina xwe ji vê rîyê ji para gav ne avêt. Divê itirazên wiha xweser û ji dil bê zanîn û neyên jibîrkirin.

Çavkanî

[1] Li serhedê ji alîyê mintiqa Mêrdîn, Dîyarbekir û Ruhayê re “Welatê Jêr” tê gotin.

[2] Ahmed Aras, Serhildana Seyîdan û Berazan, İstanbul 2019, Weşanên Doz, r.22

[3] Hb. r. 21

[4] Fisîhê Mihê Mîrze divê bi taybetî li ser bê sekinandin. Fesîh ji eşîra Hesenan ji mile Torin ji bavikê Şêwêşîya ye. Fesîh di 12 salîya xwe da ji alîyê leşkerên dewletê v abi giranî tê îşkencekirin. Ew jî ber vê îşkencê tev li koma çekdarên Elîcanê Berazî dibe. Piştî ku Elîcan tev li serhildana Seyîdxan dibe Fesîh jî heta dawîya serhildanê bi Seyîdxan re dimîne. Piştî Serhildanê Fesîh hemû serpêhatîyên xwe yê dema serhildanê dinivîsîne. Ehmed Aras ew serpêhatîyana wek çavkanîyeke sereke bi kar tîne û digihîne berdestê me.

ekran_resmi_2024-06-09_18.20.13

CEVAP VER

Lütfen yorumunuzu giriniz!
Lütfen isminizi buraya giriniz